Cotmeh 25, 2022 14:30 Asia/Tehran
  • Sê pirtûkên nû li ser folklora Kurdî:

Weşanên "Weqfa Mezopotamyayê" sê pirtûkên nû yên berhevkariyê çap kirin. Her sê pirtûk jî wekî encama perwerdeya folklorê ya Weqfê hatine amadekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Weqfa Mezopotamyayê ya di sala 2017'an da xebata perwerdeya folklorê da destpêkirin û di encama wê perwerdeyê de gelek berhevkar gihandin. Rênas Xendekî, Wîldan Sevîm û Cemîl Çelîk jî ji wan berhevkaran bûn. Dosyayên ku wan di encama perwerdeyê da amade kirin, ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve wekî pirtûk hatin çapkirin. 

‘ÇÎROKÊN ROVIYAN 

Pirtûka berhevkariyê ya Rênas Xendekî ya bi navê “Çîrokên Roviyan” tenê ji çîrokên roviyan pêk tê. Wekî ku di pêşgotina pirtûkê da jî hatiye gotin, “Ji bilî 8 çîrokan –ku ev her heşt jî li Mêrdînê hatine berhevkirin- tevahiya çîrokan li herêma Botanê hatine berhevkirin. Dîsa li herêma Botanê jî bêhtir li Cizîra Botanê hatine berhevkirin.” Di berhema Xendekî de bi tevahî 37 çîrok hene. Berhevkar di beşa herî dawiyê ya pirtûkê de, bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike. Li gor pêşgotina berhevkarî, zarbêjên çîrokan piranî kesên temenê wan zêde ne û du çîrokên di pirtûkê de ji aliyên zarbêjan ve bi awayê stranê hatine gotin. Ev pirtûk ji 94 rûpelan pêk tê. 

‘SENEM XANIM’ 

Pirtûka din a Cemîl Çelîkî ye ku bi navê “Senem Xanim”ê hatiye çapkirin. Ev berhema Çelîk ji çîrokên dîwanan pêk tê. Wekî ku berhevkar di pêşgotina pirtûkê de dibêje, “Ev cure çîrok ji ber ku di dîwanên axa, paşa û gundan de hatine gotin wekî çîrokên dîwanan hatine binavkirin.” Çîrokên di vê pirtûkê de, ji herêma Serhedê hatine berhevkirin. Di pirtûkê de bi tevahî 8 çîrok hene û ev çîrok hem bi awayê helbestkî hem bi awayê pexşankî tên gotin. Di vê pirtûkê de jî, berhevkar di beşa herî dawî de bi kurtasî be jî behsa jiyana zarbêjên çîrokan dike. Pirtûka Çelîkî 123 rûpel e. 

‘ROSTEMÊ ZAL Û SELMANÊ SINDÎ’ 

Berhema din jî pirtûka Wîldan Sevîm a bi navê “Rostemê Zal û Selmanê Sindî”yê ye. Pirtûk bi tevahî ji 33 çîrok, xeberoşk û fablan pêk tê. Rostemê Zal û Selmanê Sindî jî destan e ku navê xwe daye vê pirtûkê. Çîrokên di pirtûkê de bi taybetî ne li ser temayekê ye û mijarên wan çîrokan diguherin. Li gor gotina berhevkara pirtûkê, çîrokên vê pirtûkê ji du gundan hatine berhevkirin. Yek, gundê Bilêder ê bi ser Êlihê ve ye, yê din jî gundê Mîrzebega yê bi ser navçeya Bismila Amedê ve ye. Zarbêjên çîrokên vê pirtûkê bi tevahî ji van gundan in û di beşa herî dawî ya pirtûkê da jiyana zarbêjên van çîrokan heye. Ev berhema Sevîm jî ji 157 rûpelan pêk tê.

 

 

Serepeyv