Cotmeh 25, 2022 09:42 Asia/Tehran
  • Li Girê Mirazan a Rihayê kevirên hêrandinê hatin dîtin

Serokê Heyeta Kolandinê ya Girê Mirazan û Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Necmî Karul diyar kir, di kolandinên îsal da kevirên hêrandinê yên ku xebitandina wê ya jiyana rojane nîşan dide hatin dîtin û wiha dewam kir, "Analîza wan wê der barê fealiyetên van da fikrekê bide me. Em plan dikin ku vê zivistanê analîz bikin."

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Karul daxuyand, agahiyên ku ji vedanên arkeolojîk dertên holê, piştî nirxandin û analîzkirina daneyan diguherin; hin tiştên ku der barê Girê Mirazan da tên zanîn, wekî xwe ne, lê hinek agahî pir rastiyê nîşan nadin.

Karul wiha dewam kir:

"Heta niha dihat gotin ku li Girê Mirazan tenê perestgeh hene, lê bi terzê avahiyan jî sitargeh hene. Digel Girê Mirazan em li Girê Karahanê an jî girên din di kolandinan da em rastî avahiyan hatin."

Karul daxuyand, li Girê Mirazan di salên dawîn da wan berê xwe da xebatên parastinê, lê piştî ku li Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê zêde bû, li Girê Mirazan ji bo ziyaretê zexteke cidî çêbû, ji bo ku avahî û fîgurên ser zirarê nebînin, wan bi Enstîtuya Arkeolojiyê ya Alman ra xebat meşand.

Karul got xebatên wan dewam dike û wiha axivî: "Di xebatên îsal da di hundirê mekanan da em rastî gelek kevirên hêrandinê û kevirên destan yên rojane tên bikaranîn hatin. Piştî lêkolînan em ê der barê bikaranîna wan da bibin xwedî agahî. Em ê van jî zivistanê bikin."

Necmî Karul got kolandinên li Girê Mirazan û ya Projeya Girên Kevir hemdemên hev in heyameke 1500 salî di xwe da dihewînin û wiha dewam kir: "Ji daneyan em têdigêhêjin ku li herêmê ceribandinên çandiniyê yên ewil hatine kirin. Alavên îşareta ceribandinên çandiniyê yên ewil nîşan didin ku li herêmê dema cara ewil meriv bi cih dibin hê çandinî tune, lê dan û dexl tê berhevkirin. Di nav demê da berhevkirina wan nebat ji bo çandiniyê êdî tên gihandin."

Karul got kolandinên di Projeya Girên Kevir ya ku par hat nasandin da îsal li 9 cihên cuda tên meşandin û wiha dewam kir: "Par li Çakmak Tepeyê bermayiyên wisa xuya dike ku ji yên Girê Mirazan û Karahan Tepeyê kevntir in hatin dîtin. Li Sayburçê jî bermayiyên avahîsaziyê yên nîşan didin ku civakên destpêka ji heyama neolîtîkê hene, li Sefer Tepeyê jî bermayiyên avahiyan yên teqabilê dawiya vê heyamê ne hatin derxistin."

Karul bal kişand, ev serdem destpêka qonaxa cîwarbûnê ye û ji vê demê şûnda însanan dest bi jiyaneke qelebalix kirine ku vê yekê jî bi xwe ra pergaleke nû ya civakê, peywendiyên nû û karbeşiyên nû derxistiye.

Karul diyar kir, organîzasyoneke pêşketî ya hêza şixul heye ku avahiyên qamûyî nîşaneya herî rind a van e û wiha got, "Fîgur û sehneyên li ser van avahiyan, berhemên bîreke komunal a ku vedigere raboriyeke dûr in. Gava meriv van tiştan hemûyan tîne bal hev, meriv dibîne ku civakeke nû hatiye avakirin. Ew yek jî eşkere ye ku fêmkirina vê dê zû bi zû pêk neyê. Divê gelek daneyên ji ciyên cuda bên berhevkirin. Lewma Projeya Girên Keviran ji bo vê yekê girîng e."

Karul her wisa bal kişand ku Kongreya Neolîtîk a Dinyayê saleke din dê li Rihayê were kirin.

Serepeyv