Cotmeh 24, 2022 13:35 Asia/Tehran
  • Nivîskarê dihokî: ‘Kurdan berî ereban çîrok nivîsîne’

Li Amedê 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê” didome. Roja Şemiyê panela bi navê “Dengvedana Çîroka Kurdî ya di Erebî de” li dar ket. Nivîskar Hesen Silêvanî ku bi salan e hem wekî wêjekar hem jî wekî weşangêr xebatê dike û çîrokan ji erebî bo kurdî werdigerîne, li ser derfet û ezmûna wergera çîroka kurdî ya bo zimanê erebî axivî.

Silêvanê ku di heman demê de Serokê Yekîtiya Nivîskarên Duhokê ye got ku kurdan berî ereban çîrok nivîsîne û diyar kir ku nivîskarê kurd Fuad Temo di sala 1913’yan de yekemîn çîroka bi kurdî ya modern nivîsiye, lê ya ereban Mahmûd Ehmed El Sayidî di sala 1922’yan de nivîsiye.

Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku 21’ê mehê dest pê kir heta 30’yê mehê dê bidome.

 

Serepeyv