Tîma Guleşta Azad a bin 32 salî ya Îranê bi 4 mîdalên zêr bû duyem
Cotmeh 24, 2022 09:53 Asia/Tehran
Tîma guleşta azad a Hêviyê ya Îranê bi wergirtina 4 mîdalên zêr û mîdaleke zîv di pêşbirkên cîhanî da bû duyem.
Pêşbirkên guleşta azad ên bin 23 salî li bajarê Pont Wedrayê yê Spanyayê hatin lidarxistin û di dawiyê da tîma Îranê ji aliyê Muhemed Sadiq Fîrûzpûr di giraniya 74 kg, Emîr Husên Fîrûzpûr di 92 kg, Emîr Elî Azerpîra di 97 kg û Emîr Reza Mesûmî di 125 kg da mîdalên zêr û ji aliyê Emîr Muhemed Yezdanî di 70 kg da mîdala zîv bi dest xist.
Di rêzebendiya tîmî da tîma Gurcistanê bi 141 puenan bû qareman, Îran bi 134 puenan bû duyem û Amerîka bi 112 puenan bû sêyem.
Îran di guleştê da wek welatekî xurt di asta cîhanê da tê naskirin.