Nûnerê Îranê di wezna 74 kg de bû şampiyonê guleşta azad a hêviyên cîhanê
Nûnerê Îranê di wezna 74 Kg li pêşbirkên şampiyoniya guleşta azad a cîhanê yê bin 23 saliyê de medala zêr bi dest xist û bû qehremanê van pêşbirkan.
Li gorî rapora xwendekarên îranî (ISNA), li dewama pêşbirkên 5 weznên duyemîn pêşbirkên gûleşta azad ên bin 23 saliya pêşbirkên şampiyoniya cîhanê li Spanyayê, "Mihemed Husên Fîrozpûr" nûnerê giraniya 74 kg li fînalê bû. Di pêşbirkê de li hember nûnerê Komara Azerbaycanê bi encama 5-2 bi serket û duyemîn medala zêr a Îranê li van pêşbirkan bi dest xist.
Di berdewamiya roja dawî ya pêşbirkên guleşta azad ên bin 23 salî de li Spanyayê, “Emîr Husên Fîrozpûr” li 92 Kg û “Emîr Reza Mesûmî” di 125 Kg de, bo bidestxistina medala zêr, dê bi hevrikên xwe re rûbirû bibin.
Di 5 weznên yekem de, guleştkarên azad ên Îranê medaleke zêr ya “Emîr Elî Azerpîra” li 97 kg û medaleke zîv a “Emîr Mihemed Yezdanî” li 70 kg bi dest xistin.