Cotmeh 23, 2022 11:15 Asia/Tehran
  • Îranê di Pêşbirkên Guleşta Azad ya Hêviyên Cîhanê de 2 madal bi dest xistin

Li dewama pêşbirkên guleşta azad a cîhanê ya pênc weznên ewil ên bin 23 saliyê (Hêvî) li welatê Spanyayê, nûnerên weznên 97 û 70 Kg, Îranê medalek zêr û medalek zîv bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, pêşbirkên 5 weznên ewil ên gulaşta azad (Hêvî) yên di bin 23 saliyê de, rojên în û şemiyê li bajarê Ponte Vedra yê Spanyayê birêve çûn û di dawiya de ji tîma Îran, Emîr Elî Azarpîra di wezna 97 Kg de medala zêr û Emîr Mihemed Yezdanî di wezna 70 Kg de madala zîv bi dest xistin.

Di giraniya 97 kg de Emîr Elî Azarpîra di maça fînalê de bi encama 5-3 Tanner Sloan ji Amerîkayê têk da û madala zêr wergirt.

Her wiha Emîr Mihemed Yezdanî di wezna 70 kg de bi 8-4 li hember Giorgi Elbakidze şampiyonê bin 23 salî yê Ewropayê, yê ji Gurcistanê serket û madala zîv bi dest xist.

Di dawiya pênc weznên yekem û di rêza tîmî de, Gurcistan bi 76 puanan di pileya yekem de ye, Ukrayna bi 63 puanan di rêza duyem de ye û Îran jî bi 59 puanan di pileya sêyem de ye. Tirkiye, Amerîka û Ermenîstan jî bi 48, 47 û 46 puanan di rêzên çarem heta şeşemîn de ne.

Serepeyv