Cotmeh 22, 2022 08:09 Asia/Tehran
  • Tîma Îranê bû qaremana Pêşbirkên navneteweyî yên Kiyokûşîn Karateyê (WKFB) yên Jinan

Tîma Îranê di Pêşbirkên navneteweyî yên Kiyokûşîn Karateyê (WKFB) yên Jinan da bû qareman.

Li gorî rapora IRNAyê, Nahîd Serkûhekî berpirsa lidarxistina Pêşbirkên Kiyokûşîn Karateyê (WKFB) yên Jinan Înê bi şev got: Ev pêşbirk ji roja Pêncşemiyê 20ê Cotmehê va li Ehwaza navenda parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê dest pê bûn û roja Înê bi daawî hatin. Di dawiyê da tîma Îranê bû qareman.

Li gorî gotina Serkûhekîyê, tîmên Efxanistan û Iraqê jî di rêzên duyem û sêyem da cih girtin.

Berpirsa lidarxistina Pêşbirkên navneteweyî yên Kiyokûşîn Karateyê (WKFB) yên Jinan her wiha got: Ev pêşbirk di asta herî jor da û bi beşdariya zêdetirî 500 karatevanan hatin lidarxistin û kesên serkeftî tevî wergirtina xelatên biha, îzna beşdariya di pêşbirkên cîhanî da wergirt.

 

Serepeyv