Cotmeh 21, 2022 17:03 Asia/Tehran
  • Serrahênerê Manchester United'ê: Ronaldo hema wisa beşeke girîng ji tîmê ye

Tîma fûtbola Manchester United'ê sibe anku Şemiyê di çarçoveya hefteya sêzdehem a Lîga Sereke (Premier League) ya Inglîzê da dê biçe pêşberî Chelsea'yê.

Ji ber vê yekê Erik ten Hag serrahênerê Şeytanên Sor di press konferansa beriya vê pêşbirkê da derbarê rûdanên ku vê dawiyê derbarê Cristiano Ronaldo qewimîn, axivî.

Wî tekez kir, Ronaldo nexwestiye ku di pêşbirka li beranber Tottenhamê da wek lîstikvanê guheriyayî bilîze.

Erik ten Hag her wiha got: Piştî rûdanên pêşbirka li hemberî Rayo Vallecanoyê min jê ra got ku ev yek nayê qebûlkirin. Ev cara duyem e ku Ronaldo asta hebûna xwe li nav pêşbirkê diyr dike û hin dûhatên vî karî jî hene. Em sibe bîriya wî dikin. Nebûnek ji bo tîmê ye, lê ji bo nêrîn û zihniyeta komê girîng e. Niha divê em bala xwe bidin ser Chelsea'yê; ji ber ku ev girîngtir e.

Ronaldo di pêşbirka tîma xwe ya hefteya derbasbûyî li hemberî Tottenhamê neçû meydanê û beriya bidawîhatina pêşbirkê ji meydana pêşbirkê derket.

Ev yek bû sebeb ku serrahênerê Manchester United'ê yê holendî navê vî lîstikvanê portekîzî yê navdar ji lîsteya tîma xwe ji bo pêşbirka digel Chelsea'yê derxîne.

 

 

Serepeyv