Cotmeh 21, 2022 09:05 Asia/Tehran
  • Bi nebûna Ronaldo, Manchester United'ê ji Tottenham'ê bir

Tîma fûtbola Manchester United'ê hefteya diwazdehem a Lîga Sereke (Premier League) ya Inglîzê bi serkeftineke din li pey xwe hişt.

'Şeytanên Sor' di hefteya diwazdehem a pêşbirkên fûtbola Giravê (Lîga Inglîzê) û ji saet 22:45 li mala xwe mazûvaniya Tottenham'ekê kir ku di fikra serkeftin û derbasbûna bo rêza duyem a cedwelê da bû, lê Fred û Brono Fêrnandêz di deqîqeyên 47 û 69an da ji bo tîma mazûvan gol avêtin da ku şagirdên Erik ten Hag bi encama 2-0 bi ser kevin.

Manchester United bi vê encamê hejmara puenên xwe gihande 19an û di rêza pêncem da cih girt. Tîma Tottenham'ê jî bêyî puenekê ev hefte bi dawî anî.

Tottenham ku di 9 pêşbirkên xwe yên vê dawiyê li derveyî malê, tenê carekê derdabû, di vê pêşbirkên da derfeta wergirtina 3 puenan û hilkişiyana bo rêza duyem ji dest da û hema wisa li hêviya roj û hefteyên bê yên Lîga Sereke ye.

Ji tiştên balkêş ên vê pêşbirkê nebûna lîstikvanê portekîzî yê Manchester United'ê yanî Ronaldo bû.

 

Serepeyv