Cotmeh 20, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Reîsî şampiyoniya tîma guleşta ferangî ya ciwanên Îranê pîroz kir

Serokê Komara Îslamîî ya Îranê di peyamekê de qehremanbûna tîma neteweyî ya Guleşta Ferengî ya ciwanên Îranê li pêşbirkên şampiyoniya cîhanî ya Spanyayê li gelê birûmet a Îranê pîroz kir.

Tûrnûvaya gulaşta ferengî ya şampiyoniya cîhanê ya di bin 23 saliyê de ku roja duşema borî li Spanyayê dest pê kiribû, êvariya roja çarşemiyê pêşbirkên fînalê di 5 weznên duyemîn de li darxist û bi dawî bû.

Tîma Guleşta ferengî ya bin 23 salî ya Îranê bi sê medalên zêr ji bo Poya Dadmerz di 55 kg, Îman Mihemedî di 63 kg û Seyd Daniyal Sohrabî di 67 kg û sê madalyayên tûnc ji bo Emîr Ebdî di 72 kg, Elî Ekber Yûsifî di 130 kg û Elî Abidî Derzî di 97 kg de di vê pêşbirkê de bû yekemîn.

Li gorî rapora IRNA`yê,  Serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li peyamekê bi pîrozkirina serkeftina tîma neteweyî ya ciwanên Îranê li pêşbirkên guleşta ferengî ya cîhanê li Spanyayê, nivîsî: Serketina tîma neteweyî ya Guleşta Ferengî, şayî û serbilindiya ji gişt gelê Îranê re anî.

Reîsî herwiha got: Ev şampiyoniya ku bi hewldana xortên ciwan û jêhatî yên Îranê li werzişa bi serbilindî ya gulleştê bi dest ket, şiyan û îradeya ciwanên me yên ezîz nîşan da.

Reîsî di berdewamiya axaftinên xwe de spasiya werzişvan, rahêner û xebatkarên tîma guleşta Ferengî ya Îranê kir.

Serepeyv