Cotmeh 20, 2022 08:09 Asia/Tehran
  • Tîma Guleşta Ferengî ya Hêviyê ya Îranê bû qaremana cîhanê

Tîma Guleşta Ferengî ya Hêviyê ya Îranê bi wergirtina sê mîdalên zêrê û sê bronzan bû qaremana cîhanê.

Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên Cîhanî yên Guleşta Ferengî ya bin 23 salî ku ji roja Duşemiya derbasbûyî va li Spanyayê dest pê kiribûn, êvara Çarşemiyê bi lidarxistina pêşbirkên fînal û rêzebendiyê yên 5 giraniyên duyem bi dawî bûn.

Tîma Guleşta Ferengî ya Hêviyê ya Îranê bi sê mîdalên zêrê yên Pûya Dadmerz di 55 kg, Îman Muhemedî di 63 kg û Seyid Daniyal Sohrabî di 67 kg da, her wiha sê bronzên Emîr Ebdî di 72 kg, Elî-ekber Yûsifî di 130 kg û Elî Abidî Derzî di 97 kg da bû qaremana cîhanê.

Gurcistan bi 101 puenan bû duyem û tîma Tirkiyê jî bi 93 puenan di pileya sêyem da cih girt.

 

Serepeyv