Cotmeh 18, 2022 10:12 Asia/Tehran
  • Xelatên FIFA'yê yên 'Goga Zêrîn' hatin belavkirin

Xelatên FIFA'yê yên 'Goga Zêrîn' yên salê hatin belavkirin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, FIFA bi navê “Ballon d’Or” (Goga Zêrîn) her sal xelata lîstikvanê û lîstikvana herî serketî yê/a fûtbolê ya salê belav dike. Îsal ji bo belavkirina xelatên li Parisê merasim hat li dar xistin.

PUTELLASA BARSELONAYÎ XELAT GIRT

Di merasimê de yek bi yek xelat hatin belavkirin. Di warê jinan de lîstikvana Barselonayê Alexia Putellas (Barcelona) wekî lîstikvana herî serketî hat hilbijartin û xelat girt.

Putellas par jî heman xelat girtibû û bû du caran vê xelatê digire. Di warê fûtbola jinan ev bû yekemîn lîstikvana jin ku du caran û ser hev de vê xelatê digire.

DI WARÊ MÊRAN DE BENZEMA BI SER KET

Di warê lîstikvanên mêr de lîstikvanê Real Madridê Karim Benzema bi ser ket. Benzema par bi 50 golan hem li La Lîgayê, hem di Lîga Qaremanan de ligel tîma xwe bi ser ket û ev xelata Goga Zêrîn heq kir.

LEWANDOWSKI JÎ XELAT GIRT

Lîstikvanê Barselonayê Robert Lewandowski bi ser ket û xelata Goga Zêrîn girt. Xelata Gerd Muller ku didin lîstikvanê golavêj ê herî serketî, îsal dan Lewandowski. Lewandofski bû du caran vê xelatê digire. Lewandowski ku par li Bayer Munîhê bû, îsal debasî Barselonayê bû û dest bi rûpeleke nû kir.

QELEPARÊZÊ SERKETÎ COUROIS E

Di warê qeleparêzên mêr de qeleparêzê Real Madridê Thibaut Nicolas Marc Courtois bi kurtahî Courtois wekî qeleparêzê herî serketî hat hilbijartin.

Courtois, par di Real Madridê de li La Ligayê bû qareman, di Lîga Qaremanan a UEFA’yê de jî bû şampiyon. Vê serketinê kir ku Courtois vê xelatê bigire.

KLÛBA SALÊ MANCHESTER CITY

Li Ewropayê xelata klûba salê jî hat hilbijartin. Real Madrid, Liverpool û Manchester City berendam bûn. Ji nav van Manchester City bi ser ket. City par di Lîga Qaremanan de heta fînalê çûbû û di fînalê de li hemberî Real Madridê têk çûbû. Lê li lîga xwe La Ligayê bi ser ketibû û bûbû şampiyon.

XELATA SOKRATES DAN MANE

Lîstikvanê Bayer Munihê Sadio Mane ji ber alîkariyên wî yên li Senegalê bi Xelata Socrates hat xelatkirin.

Li aliyê din xelata Lîstikvanê Herî Ciwan jî dan lîstikvanê Barselonayê Kopa Trophy.

DÎROKA GOGA ZÊRÎN

Ji sala 1956’an ev ev xelat tê belavkirin. FIFA vê xelatê dide lîstikvanên ku sala borî performansa herî serketî nîşan dane. Bi vê lîstikvanê û lîstikvana salê hildibijêre. Di warê mêran de Lionel Messi herî zêde ev xelat girtin. Wî heta niha 7 caran ev xelat biriye mala xwe. Messiyê ku ji sala 2005’yan ve her di nav berendaman de bû, îsal nekarî bikeve nava lîsteyê.

Di warê yên herî zêde bûye berendam de jî Cristiano Ronaldo tê. Ronaldo 18 caran wekî berendam hatiye nîşandayîn, lê 5 caran ev xelat girtiye. Bi vê piştî Messi ew duyemîn e. Ronaldo ji sala 2006’an ve heta niha her bûye berendam lê îsal wekî Messi ew jî ne di nav berendaman de bû.

Ji sala 2000’î ve yên ku ev xelat girtine ev in:

2000 - Luis Figo

2001 - Michael Owen

2002 - Ronaldo

2003 - Pavel Nedved

2004 - Andriy Shevchenko

2005 - Ronaldinho

2006 - Fabio Cannavaro

2007 - Kaka

2008 - Cristiano Ronaldo

2009 - Lionel Messi

2010 - Lionel Messi

2011 - Lionel Messi

2012 - Lionel Messi

2013 - Cristiano Ronaldo

2014 - Cristiano Ronaldo

2015 - Lionel Messi

2016 - Cristiano Ronaldo

2017 - Cristiano Ronaldo

2018 - Luka Modrid

2019 - Lionel Messi

2021 - Lionel Messi


 

Serepeyv