Cotmeh 15, 2022 23:09 Asia/Tehran
  • Tîma bezîna dormeydanê ya Îranê duyemîn medala zêr li pêşbirkên qehremaniya nûciwanên Asiyayê bi dest xist

Nûnerê Îranê li pêşbirka avêtina çakûçê ya pêşbirkên şampiyoniya ciwanên Asyayê medala zêr bi dest xist.

Li gor nûçeya Îsna, Mehdî Heft-Çeşme di kevkîkirina çakûçê de bi tomarkirina rekora 68.30 metre medala zêr bi dest xist.

Ev duyemîn medala zêr a Îranê ye li pêşbirkên bezîna dormeydanê ya nûciwanên Asyayê ya sala 2021an.

“Seyd Muhemed Secad Axayî” jî li pêşbirka dawîn a 400 metreyan bi dema 48.37 saniyeyê wek kesê yekem ji rêza dawiyê derbas bû û yekem medala zêr a tîma neteweyî ya bezîna dormeydanê ya Îranê li pêşbirkên qehremaniya nûciwanên Asyayê ya sala 2021ê bi dest xist.

Herwaha di roja yekem de Melîka Newrozî û Mehdîs Mînayîpûr di kevkîkirina çakûç de bi rêzê medalên zîv û tûnc bidest xistin.

Erşiya Musediqî jî medala zîv a di rimê de bi dest xist.

Serepeyv