Keçên îranî du mîdalên bronz û zîv ên Kewkîkirina Çakûşê wergirtin
Cotmeh 14, 2022 18:08 Asia/Tehran
Keçên îranî di çiqa Kewkîkirina Çakûşê ya Pêşbirkên Beza Qaremaniya Nûciwanan a Asyayê da du mîdalên bronz û zîv wergirtin.
Di dewama Pêşbirkên Beza Qaremaniya Nûciwanan a Asyayê li Kuweytê, Milîka Newrozî ji Îranê di çiqa Kewkîkirina Çakûşê da bi kewkîkirineke bi qasî 57 metre û 84 cm bû duyem û mîdala zîv wergirt.
Di vê çiqê da, Mehdîs Mînayî jî bi tomarkirina rekora 54 metre û 2 cm bû sêyem û mîdala bronzê wergirt.
Pêşbirkên Beza Qaremaniya Nûciwanan a Asyayê ji 13 heta 16ê Cotmehê bi mazûvaniya Kuweytê tên lidarxistin.