Cotmeh 14, 2022 13:30 Asia/Tehran
  • Bi armanca danasîna dîroka Bedirxaniyan, pirtûka ’Mîr Bedirxan’  hat weşandin

Pirtûka bi navê “Mîr Bedirhan” (Mîr Bedirxan) bi tirkî hatiye amadekirin û weşandin. Pirtûka ku nivîskar Lutfî, bi navê xwe yê din "Kurdîzade Ahmed Ramîz" di sala 1908’an de amade kiribû, niha bi tirkî ji Weşanxaneya Dara derket. Pirtûk ji aliyê Saîd Veroj ve ji bo çapê hatiye amadekirin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Mîrê Botanê Mîr Bedirxan di salên 1946-47’an de li hemberî Osmanî serî hilda, herêm girt bin destê xwe, lê paşê bi ser neket. Ev pirtûka niha li ber dest kurtedîroka wê demê nîşanî xwîneran dide. Ligel vê, sirgûna duyemîn a Bedirxaniyan ku di sala 1906’an de li Stenbolê piştî kuştina Şaredarê Stenbolê "Ridvan Paşa" çêdibe jî mijara pirtûkê ye.

Nivîskarê pirtûkê Ahmed Ramîz di destpêka sedsala 20’an de pirtûk amade kiriye û di sala 1908’an de ji Çapxaneya "Îçtîhad"ê derketiye. Ji bo amadekirina pirtûkê wî ji “Şerefname”yê sûd girtiye, wê demê ligel endamên malbata Bedirxaniyan ên ku dijiyan hevdîtin çêkiriye û ligel van, ji agahiyên "Rojnameya Kurdistanê" ji hejmara 8’an wêdetir sûde wergirtiye.

Di hejmara 13’an a "Rojnameya Kurdistanê" de bi navê “Bedirxan Beg” nivîseke dirêj tê belavkirin. Nivîskar Ramîz ji vê nivîsê jî û her wiha ji pirtûka Mehmet Selahaddîn “Bir Turk Riplomatin Evrak-i Siyasiyesi” jî sûde digire û vê pirtûkê amade dike.

Seîd Veroj ku niha pirtûk ji bo çapê amade kiriye dibêje, “Ev yekemîn pirtûk e ku ji şahidên dijîn ên serdema Mîr Bedirxan agahî girtine û pirtûk temam kiriye. Di vî warî de ev yekemîn pirtûk e ku hatiye nivîsîn.”

Amadekar Veroj dema pirtûk amade kiriye ligel jêrenotên heyî, ji bo baş fêmkirinê wî jî jêrenot lê kirine. Her wiha kronolojiya ku Ahmet Kardam bi navê “Kronolojiya Mîr Bedirxan” amade kiribû, ew jî girtiye û di pirtûkê de bi cih kiriye. Bi kurt û kurmancî dikare bê gotin ku li ser wê serdemê çavkaniyeke sereke li ber destên xwendevanan e.
 

Serepeyv