Cotmeh 14, 2022 11:26 Asia/Tehran
  • Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya şeşem duh bi dawî bû

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mîhrîcana 6'mîn a Osman Sebrî orgenîz kir. Ev mihrîcan roja Pêncşemiyê bi dayîna xelatan dawî bû.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ji bo pêşxistina xwendinê di nav civakê de û parastina zimanê Kurdî ji bişaftinê hat lidarxistin.

Mîhrîcan Osman Sebrî bi nîşandana sîneviyona der barê jînenîgariya endamên komîteya nirxandinê de, koma mûzîkê ya Pargîn bi stranên xwe reng dan roja dawî ya mîhrîcanê.

Di dawiyê de kesên di 6`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de di beşa erebî de, asta yekem Ebdul Ceber Hebîb, asta duyemîn Ciwan Silo û asta sêyem Fena Hecî, di beşa kurdî de Kamûran Simo bi ser ketine, hatin xelatkirin.

Endamê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Ebdulmecîd Xelef destnîşan kir ku ew hewl didin hemû cûreyên wêjeyê pêş bixin, ku her salekê balê dikişînin ser cûreyeke diyar.

Serepeyv