Cotmeh 14, 2022 11:01 Asia/Tehran
  • Bi sedema serdana Erdoxan; roja lîstika pêşbirka Amed Sporê guhertin

Tîma fûtbolê ya Amed Sporê biryar bû şemiya bê li mala xwe ligel Sivas Belediye Sporê dê bilîsta lê pêşbirk bo roja yekşemê taloqkirin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Sedema vê biryrê hatina Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'yê Receb Teyib Erdoxan hatiye nîşandan.

Erdoxan roja şemiyê dê here Amedê. Tê gotin ku ji ber ewlehiyê li ser daxwaza emniyeta Amedê pêşbirk ji bo roja din hatiye taloqkirin

Di malpera Federasiyon aFûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de pêşbirk hê jî roja şemiyê saet 19'an de dixuye, lê hat ragihandin ku pêşbirk ji bo roja yekşemê, saet 14.00'an hatiye taloqkirin. Amed Sporê ji ser hesabê xwe yê fermî re ev yek ragihand. Li aliyê din, ji ber Stada Amedê erdê wê tê rastkirin, Amed Spor vê hefteyê li Stada Şilbeyê bilîze. Ji ber TFF'yê 2 pêşbirk ceza li Amed Sporê birîbû, pêşbirk bê temaşevanan tê lîstin.

Serepeyv