Cotmeh 13, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Hat-trick'a herî bilez a dîroka Lîga Qaremanên Ewropayê bi navê Muhemed Selah hat tomarkirin

Muhemed Selah lîstikvanê misirî yê tîma Liverpoolê di şeş deqîqeyan da sê gol avêtin û bi vî awayî Hat-trick'a (sê golên lipeyhev) herî bilez a dîroka Lîga Qaremanên Ewropayê bi navê xwe tomar kir.

Di şeva ku tîma Liverpoolê mazûvana xwe anku Rangers li Skotlendê bi encama 7-1 têk da, Muhemed Selah rola herî kêrhatî lîst. Selah di deqîqeya 68an da hat meydanê û heta deqîqeya 81ê sê gol avêtin û bi vî awayî Hat-trick'a herî bilez a dîroka Lîga Qaremanên Ewropayê bi navê xwe tomar kir.

Piştî derdana li hemberî Arsenalê û xirabtirbûna rewşa Liverpoolê di Lîga Giravê (Primier League) da, tenê serkeftineke bi golên zêde di Lîga Qaremanan da dikarî her tiştî biguherîne û ev yek jî şeva derbasbûyî pêk hat.

Muhemed Selah ku di vê pêşbirkê da li ser kursiyê rûniştibû rêk di deqîqeya 68an da derbasî meydanê bû û piştî 8 deqîqeyan gola çarem a tîma xwe û gila xwe ya yekem avêt.

Piştî 4 deqîqeyan, Selah gola xwe ya duyem jî avêt û Liverpool bi pênc golan pêş ket.

Hîn deqîqeyek piştî gola pêncem derbas nebûbû ku Muhemed Selah careke din gol avêt û bi vî awayî Hat-trick'a xwe ya herî bilez tomar kir.

 

Serepeyv