Cotmeh 13, 2022 11:03 Asia/Tehran
  •  Pirtûka ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ bi 1500 gotinan hat weşandin

Bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ pirtûkeke nû ji nav folklora kurdî gihîşt ber ronahiyê. Pirtûka ku Mihyedînê Mihemedê Remo amade kiriye ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Heta niha helbet gelek pirtûkên ji gotinên pêşiyan derketin û wê hê pir derkevin jî. Ji ber hê jî çanda kurdî bi temamî nehatiye berhevkirin. Niha yeka din li wan zêde bû ku bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ hatiye weşandin. Di pirtûkê de 1500 gotinên bav û kalan hene. Nivîskar Mihyedînê Mihemedê Remo ku pirtûk amade kiriye ne tenê ew gotin dane hev û belav kirine, pêre jî çîroka wan vegotiye, bi çîrokan, carinan bi pêkenokan, carinan bi helbestan qal kiriye ku ew gotin tê çi wateyê, çawa hatiye bikaranîn. Di vî warî de dor 200 çîrok hatine belav kirin.

Remo ku ev pirtûk amade kiriye û dor 10 salên xwe ji bo vê terxan kirine, li ser fikra destpêkirina vê xebatê wisa dibêje, “Heke kesî ev gotinên bav û kalan û çîrokên herêmî-gelêrî yên ku ez dizanim nenivîsandibin ku ez jî nenivîsim û rojekê bimirim, wê ev berma winda bibin û ev webalê netewî, dê di sikura min de bimîne”

Gotinên di pirtûkê de hatine bi cih kirin piranî yên herêma Torê ne û ligel zimanê kurdiya nûjen, zimanê wê yê herêmî parastiye û ji vî alî ve jî pirtûk ji bo kurdiya derdora Torê dikare bibe çavkanî. Li aliyê din ji bilî herêma Torê, ji derdora Mêrdînê, Cizîrê û hin herêmên din jî gotin di pirtûkê de hatine bicihkirin.

Mihyedînê Mihemedê Remo kî ye?

Mihyedînê Mihemedê Remo sala 1950’î li gundê Banihê hatiye dinê ku ev gund îro li ser Hezexê ye. Ew di sala 1970’yî de çûye leşkeriyê û piştî 20 mehên leşkeriyê vegeriyaya gund. Wê salê mala xwe biriye Hezexê û li wir hînî têkûzkirina saetan bûye, loma jî jêre gotiye “Mihemedê Saetçî”. Remo ku piştî salan di sala 2003’yan de malnişîn bûye, demek dirêj di nav siyasetê de jî cih girtiye.

Serepeyv