Cotmeh 10, 2022 14:19 Asia/Tehran
  •  Hevrikên Tirkiyeyê yên di pêşbirkên destpêkê yên EURO 2024an da diyar bûn

Tîma Neteweyî ya fûtbolê ya A'ya Tirkiyê di pêşbirkên destpêkê yên qaremanaya Ewropayê ya 2024an (EURO 2024) da di Koma D'yê da ligel Xirvatistan (Krowasî), Galler (Welz), Ermenistan û Letonyayê bû hevrik.

Pişkekişandina koman ên pêşbirkên Destpêkê yên EURO 2024an li Navenda Fuarê ya Festhalleê ya li bajarê Frankfurta Almanyayê hat kirin ku mazûvanê qaremaniyê ye.

Di pişkeyê da Tirkiye ket Koma D'yê ku Xirvatistan, Galler, Ermenistan û Letonyayê jî tê da ne.

Serokê Federasyona Tirkiyeyê (TFF) Mehmet Buyukekşi, Endamê Lijneya Rêveberiyê ya TFF'yê û Berpirsê Tîma Neteweyî ya A'yê Hamit Altintop, Dîrektorê Teknîkî yê Tîma Neteweyî ya A'yê Stefan Kuntz û Sekreterê Giştî yê TFF'yê Kadir Karaş jî di pişkekişandinê da beşdar bûn.

- Tîmên bibin yekem û duyem dê beşdarî qaremaniyê bibin

Di pêşbirkên destpêkê yên 53 welat dê beşdar bibin da 10 kom hene. Ji van koman 7 ji 5 tîman, 3 jî ji 6 tîman pêk tên. Piştî pêşbirkan tîmên yekem û duyem dê beşdarî fînalê bibin.

Almanyaya mazûvan ji ber ku dê rasterast beşdarî fînalan bibe, tevlî pişkekişandinê nebû.

Ji ber şerê Rûsya û Ukraynê, Rûsya beşdarî pêşbirkên destpêkê nebû.

- Pêşbirkên ewil di Adarê da ne

Pêşbirkên destpêkê dê di 23-25ê Adara 2023an da dest pê bikin û dê bi pêşbirkên hefteya dawîn a di 19-21ê Mijdara 2023yan va bi dawî bibin. Fînal jî dê di 14ê Hezîranê-14ê Tîrmeha 2024an da bên kirin.

Pêşbirka ewil a qaremaniya ku dê li 10 bajarên Almanyayê bê kirin dê li Allianz Arenaya li Munîxê û her wiha fînal jî dê li Stada Olîmpiyatê ya li Berlînê bên lîstin.

Bajarên Almanyayê yên Berlîn, Koln, Munîx, Frankfurt, Hamburg, Dortmund, Leipzig, Gelsenkirchen, Stuttgart û Dusseldorf dê mazûvaniya EURO 2024an bikin.

Serepeyv