Cotmeh 09, 2022 11:05 Asia/Tehran
  •  Şopa mamosteyên kurd li Amasyayê: ‘Kurd Hafiz’ û ‘Kurd Mektebî’

Di serdema Osmanî de li gelek bajarên ku wekî ax ne li nav herêmên kurdistanî bûn jî kurd lê dijiyan, şopa kurdan tê dîtin. Yek ji van cihan jî bajarê Amasyayê ye ku niha li nava Anatoliya Tirkiyeyê ye. Û li vê derê ‘Kurd Hafiz’ û ‘Kurd Mektebî’ hene ku hêjayî lêkolînê ne.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Nivîseke li ser vê di hejmara nû ya 160’an a Nûbiharê* de hatiye weşadin. Abdullah Can ku li ser mijarê lêkolîn kiriye ji pirtûka Huseyîn Husameddîn ev beş ragihandiye.

Huseyîn Husameddîn di sala 1869’an de hatiye dinê û 1939’an de miriye. Di nav pirtûkên wî de “Amasya Tarîhî” heye ku ji 12 cildan pêk tê. Can ji 4 cildên pêşî nêriye û ji van agahiyên li ser peyv û têgehên “Kurd” û “Kudistan” agahî dane hev. Ev agahiyên ku di vê nivîsê de hatine pêşkêşkirin ji sedsala 16’an in. Beşek ji vê bi vî rengî ye, “Ev mekteb (dibistan), di tarîxa 916’an de (zayîn 1510) ji hêla Elî Paşa ve hatiye çêkirin ku yek ji sedrazamên kevn ê Osmanî ye. Alimê kurd ê navdar Elî Efendî yê bi leqeba ‘Kurd Hafiz’ e, heta tarîxa 1130’yî (zayîn 1718) li vê mektebê mamostetî kiriye û ji ber vê yekê ev dibistan wek bi navê ‘Kurd Mektebî’ (Mekteba Kurdî) hatiye binavkirin. (Di heman bergî de li gelek cihên din behsa ‘Kurd Hafiz’ tê kirin ku ev kes -wek mezinekî kurdan- divê li serê bête vekolandin û venasandin. Heman tişt ji bo ‘Kurd Mektebî’ jî derbasdar e.)”

 

Serepeyv