Cotmeh 07, 2022 20:14 Asia/Tehran
  • Tîma futbolê ya Îranê di nav 20 tîmên herî baş ên cîhanê de cih girt

Di rêzbenda FIFAyê ya meha cotmehê de, tîma neteweyî ya futbola Îranê di nav 20 tîmên serekî yên cîhanê de cih girt.

Li gorî rapora roja Îniyê ya ajansa nûçeyan a IRIB News`ê, di vê rêzbendê de, Îran ku di 2 maçên dostaniyê yên dawîn de karîbû li hemberî Uruguayê bi ser keve û bi Senegalê re wekhev bibe, bi 1564.61 pûanan derket pileya 20'an.

Di vê lîsteyê de tîma Îranê hîn baştirîn tîma Asyayê ye.

Japonya bi 1559 puanan di rêza 24. de, Koreya Başûr bi 1530 puanan di rêza 28. de û Awustralya jî bi 1488 puanan di rêza 38. de ye.

Heta niha tîma Îranê di baştirîn rewşa xwe de karîbû carekê di rêza 15emîn a cîhanê de bi dest bixe.

Serepeyv