Cotmeh 07, 2022 11:08 Asia/Tehran
  • Kûpaya Neteweyên Asyayê ya Futsalê; Tîma futsalê ya Îranê derbasî pêşbirka fînalê bû

Tîma neteweyî ya futsala Îranê bi serkeftineke bi hêz li hemberî tîma Taylandê derket fînala pêşbirkên Kûpaya Futsal a Neteweyên Asyayê ya sala 2022an û biryare li vê pêşbirkê li hemberî Japonyayê bilîze.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, êvariya pêncşemiyê li pêşbirka nîvfînalê ya Kûpaya Futsala Neteweyên Asyayê ya sala 2022`an li Kuwêtê, tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê bi Taylandê re rûbirû bû.

Nîveka yekem a vê lîstikê bi encama 1-0 li gor berjewendiya tîma neteweyî ya Îranê bi dawî hat, lê di nîvê duyem de festîvala golên ciwanên Îranê dest pê kir.

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê li nîvê duyemîn 4 gol li hemberî Taylandê bi dest xist û li dawiyê 5-0 bi ser ket û derbasî fînala pêşbirkê bû.

Duh Japonê jî bi serkeftina 2-1 li hember Uzbekîstanê derket pêşbirka fînalê û roja şemiyê dê rûbirûyê tîma netewî ya futsala Îranê bibe.

Serepeyv