Cotmeh 06, 2022 11:23 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di rêza 20î ya rêzebendiya cîhanê da cih girt

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di rêzebendiya herî nû ya FIFA'yê da pileyekê hilkişiya û di rêza 20î ya cîhanî da û yekema Asyayê da cih girt.

Li gorî rêzebendiya FIFA'yê ya Hezîranê ku îro (Pêncşemiyê) hat weşandin, Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê bi pileyeke hilkişiyanê pêka meha derbasbûyî di rêza 20î ya cîhanê da cih girt û hema wisa di rêza yekem a Asyayê da ma.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Japonê di rêza 28an a cîhanê û duyem a Asyayê da û Tîma neteweyî ya Fûtbola Koreya Başûr jî di rêza 37an a cîhanê û sêyem a Asyayê da cih girt.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Australyayê jî di rêza 43an a cîhanê û çarem a Asyayê da cih girt.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê ji tîmên beşdar di kupa cîhanî ya Fûtbolê ya Qeterê ye.

Kupa cîhanî dê ji 21ê Mijdarê heta 18ê Kanûna 2022an dê bi mazûvaniya Qeterê were lidarxistin.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê hevkoma Inglîz, Amerîka û Welzê ye.

Serepeyv