Cotmeh 06, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Li Festîvala Zorîxê sipasî ji Fîlma 'Heta Sibe'yê hat kirin

Fîlma 'Heta Sibe'yê çêkirî ji aliyê Elî Esgerî fîlmçêkerê îranî sipasiya taybet a taxima dadweran a beşa pêşbirka sereke li Festîvala Fîlman a Zorîx-2022an wergirt.

Taxima dadweran a beşa pêşbirka fîlmên demdirêj di dora hevdehan a Festîvala Fîlman a Zorîxê bi serokatiya Esxer Ferhadî, serkeftiyên vê rûdana sînemayî ragihandin û Fîlma 'Heta Sibe'yê bi derhêneriya Elî Esgerî sipasiya taybet a taxima dadweran wergirt.

Fîlma 'Heta Sibe'yê berhema hevpar a Îran, Fransa û Qeterê ye û di beşa pêşbirka sereke ya Festîvala Zorîxê da beşdar bûye. Ev fîlm ku amadekara wê Nîkî Kerîmî ye, îsal ji fîlmên bijartî yên Festîvala Berlînê di beşa Panoramayê da bû.

Fîlma 'Heta Sibe'yê îsal xelata Baştirîn Fîlmê di Festîvala San Sebastián a Spanyayê jî wergirtiye. Ev fîlm çîroka pênc nûciwanan rave dike ku erdek wek mîrate gihîştiye yekî wan û ew ji bo peydakirina wê terin gundî.

Fîlma "Hirç Nîne"yê ya Cefer Penahî di beşa "Gala"yê û "Birayên Leylayê" ya Seîd Rûstayî jî di beşa nimayîşên taybet da wek berhemên din ên îranî di Festîvala Zorîxê da bûn.
 

Serepeyv