Cotmeh 05, 2022 08:51 Asia/Tehran
  • Taylendê bi dijwarî ji Tacîkistanê bir; hevrika Îranê di nîvfînalê da diyar bû

Tîma neteweyî ya Fûtsala Taylendê bi serkeftina li hemberî tîma Tacîkistanê, derbasî nîvfînala Kupa gelên Fûtsala Asyayê 2022an bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Tîma neteweyî ya Fûtsala Taylendê û tîma Tacîkistanê berêvara Sêşemiyê di qonaxa çar yeka dawiyê ya Kupa Gelên Fûtsala Asyayê-2022an da li Kuweytê çûn pêşberî hev û di dawiyê da Taylendê karî bi encama 3-2 bi ser keve.

Tîma neteweyî ya Fûtsala Taylendê bi vê serkeftinê bû hevrika tîma Îranê di qonaxa nîvfînalê da.

Tîma neteweyî ya Fûtsala Îranê roja Sêşemiyê karî bi encama 8-1 Viyêtnamê têk bide û derbasî nîvfînalê bibe.

Pêşbirka Îran û Taylendê dê roja Şemiya bê saet 20:30 were lidarxistin.

 

Serepeyv