Cotmeh 04, 2022 11:31 Asia/Tehran
  • Serkeftina Îranê li pêşbirkên futbola kêmendaman a cîhanê

Tîma neteweyî ya fûtbola kêmendamên Îranê wek tîma yekem a koma çarem a Tûrnûvaya Cîhanî ya Futbola Kêmendaman li Tirkiyê derket qonaxa helbijartinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, Tîma fûtbola neteweyî ya kêmendam û nivîşkanan ên Îranê êvariya duşemê bi tîma Afrîqayî ya Merakêşê re hat pêşberî hev û li qonaxa koma pêşbirka cîhanî ya fûtbola kêmendaman, bi encama bê gol û wekhev û bi 7 pûanan dawî li xebata xwe anî.

Tîma fûtbola neteweyî ya kêmendam û nivêşkanên Îranê li qonaxa helbijartinê ya pêşbirkên cîhanî yên futbola kêmendaman roja çarşemê li werzişgeha Riva ya bajarê Stenbolê bi tîma fûtbola Îtalyayê re dilîze.

Pêştir tîma neteweyî ya fûtbolê ya kêmendam û nivîşkanên Îranê bi golekê Brazîlê têk dabû û li hember tîma Îrlandayê jî 2-0 bi ser ketibû.

Serepeyv