Cotmeh 03, 2022 15:11 Asia/Tehran

Heta niha di gelek waran de bi kurdî ferheng hatine amadekirin û weşandin, niha warekî din û yeka din li wan zêde bû: “Ferhenga Hunerê”. Ferheng ji aliyê Fewzî Bîlge û Çîdem Baranê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve hatiye weşandin.

Li gorî nûçeya Malpera Diyarname'yê, Fewzî Bîlge wênesaz û nivîskarekî kurd e. Di warê wêneyê de gelek şagirt gihandine. Heta niha dor 10 pirtûkên wî derketine. Çidem Baran wênesaz û nivîskar e. Heta niha 4 pirtûkên wê derketine. Baran di heman demê de xwendekara Fewzî Bîlge ye.

Fewzî Bîlge ku berî bi bîst, bîst û pênc salan bingeha ferhengê avêtibû li ser vê dibêje, “Xeyala min bû ez rojekê bikaribim ferhenga hunerê çêbikim… Min dixwest bi deh panzdeh şagirtên xwe re hevbeş pêk bînim. Min ji bo vê pir ber xwe da, lê piştî ku bîst sal bihurîn min fêm kir ku wê ev yek pêk neyê.” Ev yek pêk nayê, lê ew dest ji vê xeyala xwe ber nade, heta ku demek ligel Baranê li ser vê diaxivin û êdî dest pê dikin.

Ferhenga ku nû ji çapê derketiye ji nêzî 2500 peyvan pêk tê. Di dema amadekirina ferhengê de ji zimanên frensî, almanî, yewnanî, îngîlîzî, farisî û ji zaravayên kurdî feyde girtine û amade kirine. Di ber gelek peyvan de ji van zimanan jî peyv hene.

Ferheng bi peyva “Abak /La. abakus, abaque): Quba stûna kevirên pehn, ê ku datînin ser quba stûnan. Ew kevirê ji quba stûnan piçekî dibuhure. Kevirê pehn û çarçik” dest pê dike û bi peyva “Zîvker (Alm. Silberschmied): Mirovê ku zîvan çêdike” bi dawî dibe.

Di ferhengê de peyven nas hebin jî gelek peyv hene ku îhtîmal e gelek kesî ew nebîstibin. Mînak “Bakant: Kesên ku di cejnên Bakus de direisin, ew nav li wan dihat kirin.”

Hema hin peyvên li ber çavan dikevin: Çapberî, Ekola Parîsê, Ekola Venedîkê, Formalîzm, Hunerê mînîmal, Huner ji bo hunerê, Hunera Ekolojîk, Kevirê gindirmindirî, Modulasyon, Neqropol û hwd.

- Ferhenga Hunerê / Fewzî Bîlge, Çîdem Baran / Weşanên Dara / 215 rûpel / 2022 / Ferheng

 

Serepeyv