Cotmeh 03, 2022 08:44 Asia/Tehran
  • Guleşta Palewaniyê ya Îranê bû qaremana cîhanê; Muhemedî bû Palewanê Palewanên Cîhanê

Tîma neteweyî ya Guleşta Palewaniyê ya Îranê bi wergirtina 5 mîdalên cûr bi cûr, di pêşbirkên cîhanî yên guleşta kevn a 2022an li Tirkiyê da bû qareman.

Guleştgirên Tîma neteweyî ya Guleşta Palewaniyê ya Îranê di roja yekem a pêşbirkên cîhanî yên guleşta kevn a Tirkiyê da du mîdalên zîv ên binirx wergirtin.

Di roja duyem û dawiyê ya van pêşbirkan da (Yekşem) jî guleştgirên Tîma neteweyî ya Guleşta Palewaniyê ya Îranê di sê giranyên -70, 80 û +90 kg da ketin pêşbirkê û karîn mîdalê werbigirin.

D dawiya van pêşbirkan da, kesên sereke di pêşbirka Xelata Mezin da çûn pêberî hevûdu û Emîr Muhemedî palewanê Îranê di giraniya herî zêde da gişt hevrikên xwe têk birin û bû Palewanê Palewanên Cîhanê.

Ev cîgeh, cîgeha herî bêhempa û dîrokî di Guleşta Palewaniyê da ji bo Îranê ye.

Serepeyv