Cotmeh 01, 2022 15:42 Asia/Tehran
  • Şampiyoniya Futsalê ya Asyayê/Pêşveçûna Îranê, serkeftina Japonya û têkçûna Erebistana Siûdî

Li duyemîn roja pêşbirkên pêşbirkên despêkî yên fûtsala Asyayê li Kuweytê, tîmên Îran, Japon û Vîetnamê li hemberî tîmên Taywan, Koreya Başûr û Erebistanê bi ser ketin.

Tîma neteweyî ya futsala Îranê şeva Înê li pêşbirka xweya duyemîn a despêkî di Kûpaya Netewên Asyayê ya 2022`an de li hemberî tîma Taywanê bi encama 10-1 bi ser ket. Îranê ji koma C`ê ku pêştir li hemberî Endonezyayê bi ser ketibû, bi serketina li hemberî Taywanê 6 pûan bi dest xistin û karî îzna derbasbûna qonaxa pêş bi dest bixe.

Di heman çarçoveyê de, tîma neteweyî ya futsalê ya Japonê roja Înê li duwemîn pêşbirka xwe ya gera 16`an a pêşbirkên şampiyoniya futsala Asyayê ji koma D`ê bi Koreya Başûr re rûbirû bû û bi encama 6-0 bi ser ket.

Di maça din a vê grûpê de Vîetnam rûbirûyê Erebistana Siûdî bû û bi serkeftina 3-1 li hember vê tîmê, şansê xwe bo derbasbûna qonaxa bê zêde kir. Maçên dawî yên vê komê wê roja yekşemê bên lidarxistin.

Tîmên yekem û duwem ên Koma D`ê di qonaxa çaryeka fînalê de, dê bi rêzê re rûbirûyê tîmên duyemîn û yekem ên Koma C bibin ku Îran wek tîma xwedî şanazî ya Asyayê di nav wan de cih digire.

Tîma Futsala Îranê roja Yekşemê li pêşbirka xweya dawiyê ya qonaxa komê ya Kûpaya Futsala Neteweyên Asyayê ya 2022an li Kuwêtê dê bi Lubnanê ra were hemberî hev.

Serepeyv