Cotmeh 01, 2022 12:53 Asia/Tehran
  • Derbasbûna tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê bo qonaxa tasfiyeyê ya Kûpaya Neteweyên Asyayê

Tîma neteweyî ya fûtsalê ya Îranê bi serketineke bi hêz a li hemberî Taywanê çûna xwe bo qonaxa bê ya Kûpaya Neteweyên Asyayê ku qonaxa tasfiyeyê ye piştrast kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê îniyê şev li duwemîn pêşbirka xwe ya qonaxa komê ya Kûpaya Netewên Asyayê ya sala 2022`an bi tîma Taywanê re hat hemberî hev û di dawiyê de karî bi encama 10-1 rikberê xwe têk bibe.

Îranê bi vê serketinê pûanek wergirt û karî îzna derbasbûna qonaxa pêş bi dest xîne.

Di koma din de, sêyema vê pêşbirkê anku tîma neteweyî ya Endonezyayê bi birêveberiya Mihemed Haşimzade rahînerê îranî karî bi encama 7-2 tîma Libnanê têk bibe. Di maça xwe ya berî vê yekê de Endonezya li hember Îranê bi  encama 5-0 têk çû.

Îran roja Yekşemê (sibê) li pêşbirka xwe ya dawî ya qonaxa komê ya Kûpaya Futsala Asyayê ya sala 2022an li Kuwêtê dê bi Lubnanê re bikeve hemberî hev.

Serepeyv