Îlon 30, 2022 20:18 Asia/Tehran
  • Tîma Rizgarkirina Ji Xeniqînê ya Jinên Îranê di rêza duyê ya cîhanê da

Tîma Rizgarkirina Ji Xeniqînê ya Jinên Îranê di rêza duyê ya Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê ya 2022yê da cî girt.

Pêşbirkên Rizgarkirina Ji Xeniqînê yên cîhanê îro bi lidarxistina fînala çiqa 4*90 ya jinan hatin domandin.

Tîma Rizgarkirina Ji Xeniqînê ya Jinên Îranê jî yek ji 8 tîmên pişikdarê van pêşbirkan bû ku karî di rêza duyê ya cîhanê da cî bigire.

Tîma Misrê bû qareman û tîma Australîyayê jî di rêza sisêyan da cî girt.

Pêşbirkên tîmên Rizgarkirina Ji Xeniqînê yên qaremanîya cîhanê li şarê Rîçonê yê Îtalîyayê tên lidarxistin.