Îlon 30, 2022 11:46 Asia/Tehran
  • Kapa Futsalê ya Gelên Asyayê; Iraqê bir û Uzbekistanê jî qonaxa yekê derbas kir

Tîma Futsalê ya Iraqê bi serrahênerê xwe yê îranî serketina yekan di Kapa Futsala Gelên Asyayê da tomar kir û nika derheq serketina di qonaxa komkî da hêvîdar e.

Tîmên komên A û B yên pişikdarê pêşbirkên Kapa Futsalê ya Gelên Asya-2022yê di hefteya duyê ya qonaxa komkî da derketin pêşberî reqîbên xwe.

Tîma Iraqê bi serrahênerîya Mihemed Nazim ul Şerîye yê îranî 5-0 li tîma Ummanê bir û di rêza sisyan a Koma Ayê da cî girt. Tîma Iraqê di hefteya dawîyê ya pêşbirkan da yê derkeve pêşberî tîma Kuweytê wek mazûvana pêşbirkan.

Pêşbirka di navbera tîmên Kuweyt û Taylendê da jî bi encama beranberî 2 bi dawî hat. 

Di Koma Byê da jî Uzbekistanê 3-2 li Tacîkistanê bir û pêşbirka di navbera Tirkmenistan û Behrêynê da jî bi encama beranber 4 bi dawî hat.

Tîma Îranê jî karî di pêşbirka yekê da 5-0 li tîma Endonêzîyê bibe û yê îro piştî nîvro derkeve pêşberî tîma Tayvanê.