Astengkirina konsera Mikail Aslan ji hêla Zanîngeha Çewligê va
Hunermendê navdar ê kurd Mikail Aslan ragihand ku Zanîngeha Çewligê bi armanca astengkirina konsera wî, kirêya salonê ji 3 hezar lîreyan bo 20 hezar lîre zêde kiriye.
Biryar bû hunermend Mikail Aslan 15ê Cotmehê li parêzgeha Çewligê konserekê saz bike. Lê Zanîngeha Çewligê kirêya salona konserê ku berî 3 mehan 3 hezar lîre bû bo 20 hezar lîre jorda bir.
Mikail Aslan li rûpela xwe ya Twitterê himberî biryara Zanîngeha Çewligê nerazîbûn nîşanî da û got: “Zanîngeha Çewligê ji bo qedexekirina konsera me rêyeke din peyda kir. Ji bo salona konserê ku berî 3 mehan 3.000 lîre bû, niha 20.000 lîreyan dixwaze.
Aslan herwiha bi henekî nivîsiye: "Piştgiriya Zanîngeha Çewligê bo çand û hunerê, mirovan hestyar dike."
Li Tirkiyê di demên dawî de di serî de yên hunermendên Kurd hejmareke zêde ya konseran tên betalkirin. Herî dawî 27ê Îlonê konsera hunermedê Kurd Mem Ararat a li Mêrsînê ji aliyê parêzgariya Mêrsînê ve hatibû betalkirin û doh jî konsera Îrem Derici ya li Xarpêtê hatibû betalkirin.