Îlon 29, 2022 15:32 Asia/Tehran
  • Qonaxa yekê ya tornimênta navnetewî duçerxeajotinê ya Îran-Azerbaycanê; Tîma  Malêzîyê ser ket

Qonaxa yekê ya dewra 35an a Tornimênta Navnetewî ya Duçeraxeajotinê ya Îran-Azerbaycanê hat lidarxistin û kesên serketî yên beşên poen û çîya hatin kivşkirinê.

Qonaxa yekê ya vê tornimêntê ku ji Tewrêzê heta Ûrmîyê girte ber xwe, hat lidarxistin û Nûremîr Faxireddîn ji tîma Malêzîyê di pişka poenan di rêza yekê da cî girt.

Denîl Mihemed ji Endonêzîyê û Mêhdî Natiq ji Îranê jî di rêzên du û sêyê da cî girtin.

Di pişka Çîya ya Qonaxa yekê ya dewra 35an a Tornimênta Navnetewî ya Duçeraxeajotinê ya Îran-Azerbaycanê a jî, Muhcid Nûrîman ji Malêzîyê di rêza yekê da cî girt, Dêyvîd Yêrmen ji Almanê di rêza yekê da û Nûremîr Faxêroddîn ji Malêzîyê di rêza sêyê da cî girt.

13 tîm ji wan 10 tîmên bîyanî û 3 tîmên îranî di vê dewrê da pişikdar in.