Îlon 26, 2022 10:40 Asia/Tehran
  • Karatevanên Îranê 6 mîdal di lîga cîhanî ya Karateyê li Tirkiyê bi dest xistin

Lîga cîhanî ya Kararte-1 ya sala 2022an di halekî da li Tirkiyê hat şopandin ku karatevanên Îranê karîn 2 mîdalên zêr, zîvek û sê bronzên din bi dest bixin.

Mehmûd Nêmetî bi 7 serketinan mîdala zêrê ya giraniya zêdeyî 84 kg bi dest xist û di fînalê da bi encama 1-0 ji Farûq Erselanê tirkiyeyî bir.

Mehdî Xodabexşî karatevanê din ê Îranê jî bi 7 serkeftinan mîdala zêrê ya giraniya kêmtir ji 84 kg bi dest xist. Wî di pêşbirka fînalê da bi encama 3-0 ji Hesen Erselanê tirkiyeyî bir.

Elî Miskînî bi şeş serkeftin û derdanekê mîdala zîv a giraniya jêr 60 kg bi dest xist.

Qonaxa sêyem a pêşbirkên Lîga cîhanî ya Karate-1ê ya Rêza A sê roj pêş bi mazûvaniya Kocaliya Tirkiyê dest pê kir.

Serepeyv