Sehendî mîdala zêrê ya pêşbirkên Wuşûya xwendekarên cîhanê wergirt
Wuşûkarê îranî di giraniya bin 70 kg da li Pêşbirkên Wuşûya Xwendekarên Cîhanê li Tirkiyê mîdala zêrê wergirt.
Hemîdreza Sehendî wuşûkarê îranî di dewama Pêşbirkên Wuşûya Xwendekarên Cîhanê li Tirkiyê ji hemî hevrikên xwe bir û mîdala zêrê wergirt.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Pêşbirkên Wuşûya Xwendekarên Cîhanê yên çia Sandayê roja Yekşemiyê dê bên domandin û sê wuşûkarên din ên Îranê bi navê Elî Xorşîdî, Şuca' Penahî û Mehna Rehîmî ku di rojên derbasbûyî da bi têkbirina gişt hevrikên xwe derbasî fînalê bûbûn, dê biçin pêşberî hevrikên xwe.
Dora yekem a pêşbirkên Wuşûya xwendekarên zanîngehên cîhanê ji 19ê heta 25ê Îlona 2022an li Tirkiyê tê lidarxistin û tîma Wuşûya Zanîngeha Şehîd Bihiştî wek nûnera Îranê bi hevkariya Federasiyona Wuşûyê bo van pêşbirkan hatiye şandin.