Îlon 25, 2022 09:08 Asia/Tehran
  • Barselona hewil dide Messi qanih bike ku vegere bo nav vê tîmê

Klûba Barselonaya Spanyayê di halê vekolandina şert û mercên ji bo vegerandina stêrka arjantînî bo nav tîma xwe ye.

Rojnameya Mundo Deportivo ya Spanyayê roja Şemiyê nivîsî: Di halekî da ku Liyonel Messi demsala xwe ya duyem bi kirasê Paris Saint-Germain'ê derbas dike, lê têkiliyên wî yên baş bi Joan Laporta serokê klûba katalanî dikare hokarek ji bo vegerandina wî bo Niyokempê be.

Messi havûna du sal berê tevî hewildanên Laporta û ji ber hebûna hin pirsgirêkan derbarê dirêjkirina girêbestê, ji Barselonayê çû, lê li gorî ragihandina kovarên spanyayî, ew û serokê klûbê carinan bi hev ra di têkiliyê da ne.

 

Serepeyv