Tîma futbolê ya Îranê li tîma Oroguayê bir
Îlon 24, 2022 08:01 Asia/Tehran
Tîma futbolê ya Îranê di pêşbirkeke amadekarîyê da li tîma Oroguayê bir.
Tîmên futbolê yên Îran û Oroguayê di çarçova pêşbirkeke amadekarîya bo Kapa Cîhanî ya Qeterê da, şeva buhurî li werzişgeha NV Arêna ya şarê Sênt Poltên ê Otrîşê derketin pêşberî hev ku di encamê da tîma Îranê bi gola ku Mêhdî Tarêmî di xuleka 79ê da tomar kir, lê bir.
Eva derdana yekê ya tîma Oroguayê bi ser-rahênerîya Dîyêgo Alonso bû, ser-rahênerê ku tîma wî di 7 pêşbirkên buhurî da 6 caran birîye û di pêşbirkekê da jî encama beranber bi dest xistîye.
Tîma futbolê ya Îranê roja sêşemê jî yê wek pêşbirka amadekarîyê derkeve pêşberî tîma Sênêgalê.
Dewra 22yan a Kapa Cîhaîn ya Futbolê yê ji 20ê Mijdarê heta 18ê Kanûnê li Qeterê were lidarxistin.