Îlon 24, 2022 00:30 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê ji Urûgûeyê bir

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di pêşbirkeke dostane û amadekariyê da bi encama 1-0 ji tîma Urûgûeyê bir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê û tîma Urûgûeyê bi armanca amadekirina xwe ji bo Kupa cîhanî ya fûtbolê ya Qeterê ji saet 19:30 ya roja Înê di pêşbirkeke amadekariyê da li werzîşgeha NV Arenaya bajarê St. Pöltenê ya Otrîşê çûn pêşberî hev.

Take gula vê pêşbirkê di deqîqeya 79an da ji aliyê Mehdî Taromî va hat avêtin.

Tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê piştî vê serkeftina hêvîder dê roja Sêşemiyê di duyemîn pêşbirka xwe ya amadekariyê da biçe pêşberî tîma Senegalê.

Dora 22an a Kupa cîhanî ya Fûtbolê dê ji 20ê Mijdarê heta 18ê Kanûna 2022an li Qeterê were lidarxistin.

 

 

Serepeyv