Îlon 22, 2022 09:20 Asia/Tehran
  • UEFA'yê rê li ber Rusyayê ji bo beşdariya di Euro 2024'an da girt

Lijneya Rêveberî ya UEFA'yê (Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Ewropayê) piştî civîna li Krowasiyê careke din rê li ber tîma neteweyî ya Rusyayê girt.

UEFA'yê ji ber şerê Rusya û Ukraynê hemû sporên Rusyayê qedexe kiribûn, niha biryareke din da. UEFA'yê ragihand ku wan Rusya ji Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê ya 2024'an bêpar kiriye.

Ji bo Euro 2024'an li Krowasiyê civîn hat çêkirin û ligel vê, hin biryarên din jî hatin girtin. Li gor vê Almanyaya ku dê mazûvanî bike beşdarî pêşbirkên hevtêkbirinê (play off) nebe, rasterast here Euro 2024'an.

Ji bo pêşbirkên hevtêkbirinê roja 9'e Cotmehê dê li Frankfurta Almanyayê pişke bê kişandin. 53 welat dê beşdarî pişkeyê bibin.

Ji 10 komên ku dê bêne sazkirin de di 7'an de dê 5, di 3'yan de jî her yekê 6 tîm hebin. Tîmên bibin yekemîn û duyemîn dê herin Euro 2024.

Ji bilî van 3 tîmên din di encama pêşbirkên play-offê ku dê adara 2024'an de bêne lîstin diyar bibin.

 

Serepeyv