Şehryar bi merasimekê li Tirkîyê hat bibîranînê
Merasima rêzgirtina li Roja Helbest û Wêjeya Farisî û helbestvan Şehyar li Enqereya paytexta Tirkîyê hat lidarxistin.
Merasima rêzgirtina li Roja Helbest û Wêjeya Farisî û helbestvan Şehyar bi pişikdarbûna zanayên berbiçav û navdar ên ziman û wêjeya farsî yên zanîngehên Tirkîyê ji wan Neimet Yildirim mamosteyê Zanîgeha Erzrûmê, Ednan Kara-ismayîloglu mamosteyê Zannîgeha Kirikkaleyê û Xelîl Ibrahîm Sarioglu mamosteyê Zanîngeha Enqerê hat lidarxistin.
Mihemed Ferazmend Balyozê Îranê li Tirkîyê di vê merasimê da ji ber hewla bo berbelavkirina wêjeya farisî destxweşî li mamosteyên zimanê farisî yên zanîngehên Tirkîyê kir û got: Şehryar tenha helbestvanê hevçerx ê zimanê farisî ye ku meriv dikare wî sembola hemî helbestvanên fars bi nav bike.
Yek ji kesên ku di vê merasima rêzgirtin û bibîranînê da axivî, Neimet Yildirim mamosteyê ziman û wêjeya farisî yê Zanîngeha Erzrûmê bû ku amajeyî karê wergerandina dîwanên helbestvanên navdar ên îranî ser zimanê tirkî kir û got: Ez evîndarê zimanê farisî me û wergerandina Şahnameyê niha ji bo cara 4an tê çapkirinê û gelê Tirkîyê kêfa wan ji berhemên helbestvanên îranî tê.