Îlon 19, 2022 08:29 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê di pêşbirkên cîhanî yên Sirbistanê da bû duyem

Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê bi wergirtina 2 mîdalên zêr, 3 zîv û 2 bronzan, cîgeha duyem a pêşbirkên cîhanî yên Sirbistanê bi dest xist.

Pêşbirkên cîhanî yên guleşta azad ji 15 heta 18ê Îlona 2022an bi mazûvaniya bajarê Bêlgrada Sirbistanê hatin lidarxistin û di dawiya van pêşbirkan da Rehman Emûzad di giraniya 65 kg û Kamran Qasimpûr di giraniya 92 kg da mîdala zêrê, Reza Eterî di giraniya 61 kg da, Mihemed Nuxodî di giraniya 79 kg û Hesen Yezdanî di giraniya 86 kg mîdala zêv, Yûnis Îmam di giraniya 74 kg û Emîrhusên Zarê' di giraniya 125 kg da mîdala bronz wergirtin.

Di rêzebendiya tîmî da Amerîka bi 198 puenan bû qareman û Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê bi 150 puenan bû duyem. Tîma Japonê jî bi 70 puenan bû sêyem.

Tîma neteweyî ya Guleşta Azad a Îranê hertim di pêşbirkên cîhanî da ji dawakeran bûye û heta niha pênc caran di van pêşbirkan da bûye qaremana cîhanê.

 

Serepeyv