Îlon 18, 2022 22:30 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna tîma futbola ciwanên Îranê bo qonaxa dawî ya pêşbirkên qehremaniya Asyayê

Tîma futbola xortan a Îranê bi serkeftina li hember Îmaratê û bi destxistina sêyem serkeftina bi dû hev, derbasî qonaxa dawî ya pêşbirkên qaremaniya Asyayê bû.

Tîma ciwanên Îranê îro yekşemê li pêşbirka sêyem û dawîn a qonaxa pêşekî ya qehremaniya Asyayê ket hember tîma netewî ya ciwanên Îmaratê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma Ciwanên Îranê ku pêştir bi serketina li hemberî Qirqîzistana mazûvan û Bruneyî ji koma J`ê derbasbûna xwe bo qonaxa din misoger kir, li pêşbirka li hemberî Îmaratê jî lîstika xwe bi êrişê dest pê kir û nîveka duyem di xuleka 70`an de bi saya têkoşana Seîd Seherxîzan gola yekem a lîstikê hate tomarkirin.

Di dewamê de tîma xortên Îranê lîstik xistin kontola xwe û Emîr Îbrahîmzade di kêliyên dawîn ên nîvek duyem de gola duyem tomar kir.

Tîma xortan a Îranê bi 11 golan û bêyî golekê li wan xin, bi sê serkeftinên bi otorîte û serkirdayetiyê qonaxa komê derbas kir û xwe ji bo qonaxa dawî ya pêşbirkên qehremaniya Asyayê li Uzbekistanê amade kir.

Serepeyv