Îlon 18, 2022 18:02 Asia/Tehran
  • Şetrencvana îranî, bû şampiyonê beşa ciwanan a pêşbirkên kerr û lalên cîhanê

Şetrencvana îranî bû şampiyonê beşa ciwanan a pêşbirkên cîhanî yên kerr û lalan li Varşovaya paytexta Polonyayê.

Li gor raporta peywendiyên gelêrî ya dayireya giştî ya werziş û ciwanan a parêzgeha Isfehanê, “Pûriya Cemalî” endama Klûba Kiş û Mat “Şehreza” li beşa lezgîn di 11 geran de bi deshilata tam 11 poanên pileya yekem a ciwanên cîhanê bi dest xist. 

Tîma kerr û lalên şetrancê ya Îranê ev cara yekê ye ku bo pêşbirkên şampiyoniya cîhanê tê şandin û Pûriya Cemalî yek ji du nûnerên Îranê di van pêşbirkan bû ku karî bibe şampiyonê van pêşbirkan.

Tûrnûvaya Şetrancê ya kerr û lalên Cîhanê ku bi mazûvaniya Varşovaya Polonyayê tê lidarxistin, di 15ê Îlonê de bi beşdariya werzişvanên 22 welatan dest pê kir û 10 rojan dewam dike.

Serepeyv