Îlon 17, 2022 15:53 Asia/Tehran
  •  Doza 'Ranebûna ser piyan a Sirûda Îstîklalê’ li dijî alîgirên Amedsporê re hate vekirin

Derbarê 19 temaşevanên pêşbirka di navbera Amedspor û Pendîksporê hatiye lîstin de ji ber di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûne ser piryan doz hate vekirin.   

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Amedê derbarê 19 temaşevanên di pêşbirka navbera Amedspor û Pendîksporê ya 7’ê Gulanê hatiye lîstin de ji ber di dema xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûne ser piryan, doz hate vekirin. Di îdianameya ji yek rûpelê pêk tê ku ji aliyê Dadgeha Sereke ya Cezayê ya Amedê hatiye qebûlkirin de 19 kes bi sûcê “Sirûda Îstîklalê bi aşkerayî biçûk xistine” tên sûcdarkirin. Biryarên 2’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Herêma Antalyayê axaftinên 19 kesan wek delîl hatin nîşandan. 
 
Li gorî vê nûçeyê, Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku kesên tên darizandin di parastinên xwe de diyar kirine ku 'ranebûna li ser piyan ne bi zanebûn û xwestin kirine'. Di îdianameyê de hate gotin ku kesên ranebûne ser piyan tu aciziyeke wan nîn e û ji bo xwe ji sûc xelas bikin parastina xwe wisa kirine. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku kesên ku bi xemsarî ranebûne ser piyan dewlet biçûk xistine. Di îdianameyê de hat xwestin ku 19 kes li gor delîlên ku hatine amadekirin û li gorî madeya TCK’ê ya 53’emîn werin cezakirin. 
  
Li aliyê din hat zanîn ku derbarê 8 kesên di pêşbirka di 21'ê Mijdarê de di navbera Amedspor û Konyasporê hatiye lîstin de jî bi hinceta ku ranebûne ser piyan doz hatiye vekirin. Danişîna doza bi heman sûcdariyê hatiye vekirin dê 5’ê Cotmehê li 5’emîn Dadgeha Cezaya Sereke ya Amedê bê dîtin. 

Serepeyv