Şampiyoniya şetrenckarê îranî yê nebîhîstok li pêşbirkên cîhanê
Îlon 16, 2022 17:41 Asia/Tehran
Şêrenckarê nebîhîstok (ker û lal) yê îranî bû yekem di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê de.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê, li yekem roja vê pêşbirkê ku bi beşdariya 22 welatan li Varşovaya Polonyayê hat lidarxistin; Pûriya Cemalî ker û lalê şetrencvanê îranî di 11 dewran de bi hêz û xurt 11 poan bi dest xistin û di pileya yekem a ciwanên cîhanê de cih girt û Armîn Rehmetpûr bi 10 xalan pileya duyem bi dest xist.
Ev pêşbirke di sê beşan de têne şopandin: mêr, jin û ciwan.
Her wiha pêşbirkên standard dê ji sibeha îro Înê li 9 dewran dest pê bikin û hefteyekê berdewam bikin.
Tîma neteweyî ya şetrancê ya ker û lalên Îranê bo cara yekem beşdarî van pêşbirkan bû.