Îlon 13, 2022 12:20 Asia/Tehran
  • Guleşte ferengî ya şampiyoniya cîhanê; Bidestxistina madala zîv ji bo Îranê

Muhemed Riza Gerayî di pêşbirkên fînalê yên 67 kîlogramên Guleşta ferengî ya Şampiyoniya Cîhanê de piştî têkbirina hevrikê xwe yê Sirbistanê (5-4) medala zîv bi dest xist.

Li gorî rapora IRNA`yê, rikeberiyên 5 weznên duyemîn ên guleşta cîhanî duh (Yekşem) bi lidarxistina pêşbirkên pêşekî di weznên 63, 67, 82 û 97 kg de li stadyuma Stark Arena li Belgrada paytexta Sirbistanê û maçên rêzbendiyê û fînala van 4 weznan ji Duşem ji saet 20:30 bi dema Îranê dest pê kir. 

Di giraniya 97 kg de, Muhemed Hadî Sarewî xwediyê medala zêr û tûncê Olîmpiyatê yê cîhanê, piştî ku di gera yekem de bêhnvedan girt, di gera duyem de bi encama 8-0 li hember Felîx Baldof ji Norwêcê bi ser ket û derbasî fînala çaryekê bû. Di vê qonaxê de Rostem Asakulov ji Uzbekistanê bi skora 7-0 têk bir û derbasî nîvfînalê bû. Sarewî di qonaxa nîvfînalê de bi Artur Aleksaniyan xwediyê zêr û zîv ê olîmpiyatê û pênc medalên cîhanê ji Ermenistanê re rûbirû bû û di dawiyê de li hember hevrikê xwe yê xwedî ezmûn bi encama 3-1 têk çû û neçû pêşbirka fînalê.

Serewî ji bo bidestxistina medala tûnc rûbirûyê Methan Beşar xwediyê 2 medalên zêr ên cîhanê ji Tirkiyê bû, ku hevrikê xwe bi encama 6-1 têk bir û medala tûnc bi dest xist.

Emîn Mîrzazade jî derbasî fînala 130 kg bû û maça fînalê ya vê giraniyê îro bi şev tê lidarxistin.

Serepeyv