Îlon 12, 2022 18:45 Asia/Tehran
  •  Pêşangeheke şêwekariyê li bajarê Hesekeya Sûriyê hatiye vekirin 

Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekeyê îro li bajêr pêşangeheke şêwekariyê li dar xist ku tê de berhemên hunermend Xezne Ebûd tên pêşandan.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Bi beşdariya bi dehan şêniyên Hesekeyê û bi navê ‘Afirînerî û Reng’ Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekeyê pêşangeheke berhemên şêwekar Xeznê Ebûd vekir.

Li pêşangehê gelek berhem û derdora 30 peyker tên pêşandan.

Şêwekar Xezne Ebûd da zanîn ku ev berhem cara yekemîn tên pêşandan û got: “Ez 3 mehan bê navber li ser van xebitîm. Min xwest bi rêya vê xebatê balê bikişînim ser rola jinan di hemû qadan de û hêza wan ku bi vîna xwe ya xurt li pêşberî hemû astengiyan disekinin."

Xezne Ebûd bal kişand ser alavên di karên xwe de bi kar anîne jî û got: "Min madeyên sereke wekî karton, felîn, rojname û rengên bingehîn bi kar anîn.”

 

Serepeyv