Îlon 12, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanê; Gerayî bû fînalîst

Muhemedreza Gerayî guleştgirê îranî di giraniya 67 kg da derbasî fînala pêşbirkên Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanê bû.

Pêşbirkên seretayî yên 5 giraniyên duyem ên Guleşta Ferengî ya Qaremaniya Cîhanê roja Yekşemiyê bi rikeberiyên giraniyên 63, 67, 82 û 97 kg li bajarê Bêlgrada Sirbistanê hatin şopandin û di dawiyê da Muhemedreza Gerayî guleştgirê Îranê derbasî fînalê bû.

Elîreza Necatî guleştgirê îranî di giraniya 63 kg da û Muhemedhadî Sarevî di giraniya 97 kg da jî li hemberî hevrikên xwe bi ser ketin.

Îran di werzîşa guleştê da ji baştirînên cîhanê ye.

 

Serepeyv